Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlul Baytê (S.X) - ABNA - Mesûd Pizişkîyan, di serdana xwe ya Komara Azerbaycanê de ji bo beşdarbûna Lûtkeya 17emîn a Rêxistina Hevkariya Aborî (ECO), îro Înê piştî nîvro bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re civiya, helwestên hikûmeta Tirkiyeyê yên li ser Îran û Filistînê nirxand û got: "Min her tim bawer dikir ku divê têkiliyên Îranê bi welatên cîran re berfireh bibin, ji ber ku ewlehiya domdar li herêmê tenê bi hevkariya di navbera cîranan de mimkun e."
Serokkomar diyar kir ku ger Misilman yekgirtî bin, ew dikarin hêzek biafirînin ku kes nikare bi bêrêzî lê binêre û got: "Tevî sermayeya mezin a cîhana Îslamî, mixabin e ku rejîma Siyonîst bi bêwijdanî li Xezzeyê sûcên eşkere dike û bi deh hezaran jin û zarokan dikuje."
Pizişkîyan behsa êrîşên dawî yên rejîma Siyonîst li dijî Îranê kir û got: "Ev êrîş bi piştgiriya eşkere ya Amerîka û Ewropayê û bi tevahî binpêkirina prensîb û rêzikên navneteweyî pêk hat." Tenê rêya rawestandina vê pêvajoyê yekîtiya neteweya Îslamî ye.
Serokkomar, gavên dîplomatîk ên Tirkiyeyê yên di bersiva şerê dawî de teqdîr kir û got jî: Siyaseta Îranê ya prensîbî ew e ku bi hemû cîranan re têkilî dayne û herêmeke aştî û aramiyê biafirîne. Dema ku rejîma Siyonîst êrîşî Îranê kir, wê fikirî ku gelê Îranê dê parçe bibe, lê her kes, heta rexnegirên navxweyî jî, li dijî vê êrîşê yekgirtî rawestiyan.
Di vê hevdîtinê de, Serokkomarê Tirkiyeyê ji bo windakirina hejmarek Îraniyan di êrîşa dawî ya Îsraîlê ya li ser Îranê de sersaxî da û ji birîndaran re başbûneke bilez xwest û got: Herêm nikare şerekî din tehemûl bike; Îsraîl divê tavilê êrîşên xwe yên li ser Xezeyê rawestîne.
Erdogan tekez kir: Pirsgirêka nukleerî ya Îranê tenê bi diyalogê dikare were çareserkirin, û Tirkiye amade ye ku di vê pêvajoyê de wekî alîkar rolek bilîze. Di lûtkeya NATOyê de û her wiha di hevdîtina min a bi Trump re, min tekez kir ku pêwîst e em vegerin ser rêya danûstandinan û baweriya gelê Îranê bi dest bixin; agirbesta heyî divê veguhere aştiyeke mayînde.
Serokkomarê Tirkiyê helwestên mentiqî û berpirsiyar ên Komara Îslamî ya Îranê, bi taybetî Rêberê Înqilabê(Şoreşê), li hember êrîşên dawî teqdîr kir û got: Reftara aqilane ya Îranê di vê krîzê de nîşan da ku çareseriya dawî diyalog û dîplomasî ye; em jî bawer dikin ku divê rêya têkiliyê vekirî bimîne.
Di beşek din a hevdîtinê de, Erdogan, behsa kapasîteyên aborî yên mezin ên her du welatan kir û amadebûna Tirkiyeyê ji bo berfirehkirina hevkariyê bi Îranê re ragihand û got: Berfirehkirina çalakiyên aborî yên dualî dê sûdê bide gelên her du welatan û aramiya herêmî.
..............................
Dawiya peyamê/
Etîket
Mesûd Pizişkîyan
Sûcên Rejîma Siyonîst
Îsraîl
Your Comment